Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan cara 744'emîn hat redkirin

  • 14:57 5 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 744’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa serlêdana parêzeran red kir.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 744 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Dozger, dîsa serlêdana parêzeran red kir.
 
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 744 care tên redkirin.