27 kesên ku li Avcilar hat binçavkirin li qereqolê tên sekinandin

  • 14:37 5 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Do şev polîsan ji ber çalakiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 27 kes binçav kir. Di nava kesên ku hatin binçavkirin de zarok û hevserok jî tê de hene. Her wiha 27 kesên ku hatin binçavkirin li qereqolê tên sekinandin. 
 
Do polîsan ji ber çalakiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi ser avahiya bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Avcilarê de girt û 27 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nav kesên ku hatin binçavkirin de zarok û hevserok jî hene û niha li qereqola Navendê ya Avcilar û Fîrizkoy tên sekinandin. 
 
Ji do şev de ye ku 27 kesên li qereqolê tên sekinandin nehatiye hiştin ku bi  parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Hin kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ne:"Şebnem Degerli, Yasemin Duman, Sabriye Bulut, Gunel Karaman, Betul Yıldız, Mahmut Çakan, Nesibe Karakaya Çakan, Duygu Yurtsever, Bermal Yıldırım, Sevim Muratlı, Ayşan Yıldırım, Hatice Gazioglu, Surreya Aydın, Barış Bozkurt, Abdullah Tima, Guven Gok, Alaaddin Duygun, Yalçın Demir, Mevlut Yalpazoğlu, Ramazan Çakan, Serhat Yıldırım, U. K., I.D."