Li Nisêbînê panela tecrîdê hat lidarxistin

  • 13:46 5 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê hevkarên HDP û DBP'ê û gel li panela ji bo tecrîdê hatin ba hev. Di panelê de hat diyarkirin ku divê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
Li Nisêbînê hevkarên HDP û DBP'ê û gel hatin ba hev û derbarê 4'ê Nîsanê de panel li dar xistin. Panel li avahiya navçeyê ya HDP'ê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, serokên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê û gelek welatî beşdarî panelê bûn. Panel bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir.
 
'Tecrîda ku tê kirin pîvana wê ya hiqûqî û mirovî tuneye'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan di destpêkê de axivî û got:"Tecrîda ku di jiyanê de tê kirin li dijî hiqûq û rûmeta mirovatiyê ye. Divê em vê yekê ji bo gelê xwe û siberoja xwe fam bikin. Ji bo gel azadiya xwe bi dest nexe ji mafê xwe bê par tê hiştin. Ev pêkanînek sîstematîk e. Ji ber ku ew li dijî azadiyê ne vê yekê dikin, ev bi hev re girêdayîne. Divê em ji her aliyê îdeolojîk û felsefîk li vê bûyerê binêrin û çareseriyê jê re bibînin." 
 
Panel bi beşa pirs-bersiv bi dawî bû.