Ji xebatkarên çapxaneyê 20 kes hat girtin
- 13:30 5 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Ji 21 xebatkarên Çapxaneya Gun ku piştî qeyûm tayînî wê hat kirin hatin binçavkirin sewkî edliyeyê kirin. Dozgeriya ku li ser dosyayê lêkolîn kir di daxwaza girtinê ji xebatkaran 20 kes bi daxwaza gitin sewkî dadgehê hatin kirin.
Li Stenbolê di 28’ê adarê de qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kiribûn. Di çarçoveya lêpirsîna li ser rojname û çapxaneyê de 23 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeyên binçavkirina li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû û 20 kes derxistin Dadgeha Çağlayana Stenbolê. Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasiyê Îhsan Yaşar û Midûrê Karê Nivîsan Îshak Yasul hêj li Miduriyeta Polîsan tên ragirtin. Li bende bû ku îfadeyên 20 kesan li dozgeriyê bihata girtin. Lê dozger bi bayê bezê li ser dosyeyê lêpirsîn pêk anî û 20 kesan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Hat zanîn ku kesekî navê wî nehat hînbûn piştî îfadeyên li emniyetê hat berdan.
Yên daxwaza girtinê ji wan re hat xwestin ev in: Xwedîyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Cemal Tunç, Îhsan Sînmîş, Îrfan Karaca, Kazim Goçer, Mehmet Emîn Sumelî, Musa Kaya, Sadettîn Demîrtaş, Necat Hîzarci, Polat Arslan, Mahmut Abay, Cumalî Oz, Mehmet Kadîr Ozkara, Mursel Demîr, Ozgur Bozkurt, Kemal Daşdogen, Suleyman Guneş, Muhammet, Ugur, Selîm Kelekçîler.