Li Cudî û Gabar ên ku qedexe li wan hat îlankirin operasyon

  • 11:41 5 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cudî û Gabar a ku ji aliyê Walîtiyê ve wekî "Herêma taybet a ewle" hatin îlankirin û tevgera li wan hat qedexekirin bi tevlibûna bi sedan leşker û cerdevanan operasyon hat destpêkirin.
 
Walîtiya Şirnexê, li 58 qadên ku li Çiyayê  Cudî û Gabarê ne "Herêmên ewle îlan kir" û tevgera sivîlan li van herêman hat qedexekirin. Qedexeya ku bi hinceta 'astengkirina suc' hat îlankirin hat ragihandin ku wê hata 19'ê Nîsanê berdewma bike.
 
Piştî qedexe hat îlankirin, qereqolên derdorê di saetên şevê de top avetên herêmê û operasyona leşkerî ya mezin dest pê kir. Bi sedan leşker û cerdevan beşdarî operayonê bûn. Di qada operasyon lê hat destpêkirin de bi dehan maşiyên zirxî di ketin û derketina qadê bi cih kirin. Ji şevê din ve li herêmê tevgera helîkopteran berdewam dikin.