'Dewlet ji dayika 80'ê salî çi dixwaze?'

  • 10:30 5 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Meles Tekîn a 80 salî û nexweşiyên wê yên wekî dil, tansiyon û şekir hene, li Dêrikê hat girtin û şandin girtîgehê. Malbata Melesê ev 2 roj in ku agahiyê jê nagirin. Malbata Melesê bertek nîşanî dewletê da û  got:"Dewlet ji dayika 80'ê salî çi dixwaze?"
 
3 roj berê polîsan bi hinceta ku 'cezayê wê heye' bi ser mala Meles Tekîn a ku 80'ê salî ye girtin û Meles şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Hat hînbûn ku ji ber ku xwendin û nivîsandina Melesê tuneye bêyî ku ji wê bipirsin  ew xistine koguşa 'yên bê alî'. 
 
Malbata Melesê bertek nîşanî vê helwestê da û anîn ziman ku ev 2 roj in ji Melesê agahiyê nagirin û gotin nexweşiyên wekî dil, şekir û tansiyan bi Melesê re hene. Malbatê bang kir û got divê demildest Melesê bê berdan. 
 
Ev ne yekem e! 
 
Berê jî Dayika Aştiyê ya 60 salî Mevlude Baştaş bi hinceta ku 'cezayê wê heye' hat girtin. Mevlûde ya ku ji sala 2017'an de girtiye li Girtîgeha Şakranê ye. Her wiha dermanê Mevludeyê nayê dayin û du caran jî qeyrana dil derbas kir. Ji bo ku Mevludeyê serbest bê berdan serî li 'serbestiya bi denetim' hat dayin lê ev yek nehat qebûlkirin.