Ji bo 4'ê Nîsanê li Girkêlegê şahiya zarokan hat lidarxistin

  • 10:16 5 Nîsan 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ -  Zarokên Girkêlegê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şahiyekê pîroz kirin.
 
Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê li navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran bi sedan Zarok  û gel Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. 
 
Endama Rêveberiya navçeya Girkêlegê Pîroz Cûdî ji bo wateya vê rojê axivî û got ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan em bi dilekî mezin bi bîr tînin û me hêvî dikin ku ev roj bibe sedema pêkanîna xeyalên hemû zarokan. 
 
Her wiha Koma Muzîkê ya Zarokan stran gotin û Koma Şanoya Ş.Hêvî jî şanoya bi navê "Destanên Dayikan" lîstin. 
 
Şahî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.