Li Til Temirê nexweşxaneya Ş.Lêgerîn vebû
- 10:05 5 Nîsan 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Bi munasebeta 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Til Temirê nexweşxaneya Ş.Lêgerîn vebû.
Bi munasebeta 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Til Temirê nexweşxaneya Ş.Lêgerîn vebû. Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistan û yên Hesekê, endamên sazî û dezgeyên civakî û gel tevlî vekirina nexweşxaneyê bûn. Vekirina nexweşxaneyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Di vekirina nexweşxaneyê de Rêvebirên Nexweşxaneya Ş. Lêgerîn, Meclîsa Tendirustiyê û Kongreya Star axivîn.
Di axaftinan de di serî rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîroz kirin û wiha hat gotin:"Em di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Divê em di pêvajoyên dijwar de bêtir têkoşîna xwe bilind bikin û li fikir û felsefeya Rêber Apo derkeve û dev ji têkoşîna xwe bernede."
Piştî axaftinan deriyê nexweşxaneyê ji aliyê dayikên berxwedêran ve hat vekirin.
Vekirina nexweşxaneê bi stranên şoreşgeriyê û bi govendê bi dawî bû.