Ji aliyê qayyim ve bîr û depo bi têlan hatin dorpêçkirin
- 09:12 5 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Qeyûmê ku tayînî şaredariya Farqînê bû bi bîr û depoyên avê yên bi sedan gundî, bi tehdîda ‘bibin abone’ girt. Ekîbên li gundan geriyan jî li dora bîr û depoyan têl gerandin.
Yek ji şaredariyên DBP’ê ku ewil qeyûm lê hat tayînkirin şaredariya Farqînê bû û Qeymeqamê navçeyê Murat Kutuk wek qeyûm hatibû tayînkirin. Qeyûmê ku xebatkarên şaredariyê ji kar derxist, saziyên jinan girt niha jî gundiyan mexdur dike. Hat hînbûn ku bîr û depoyên avê yên bi sedan gundî hatine desteserkirin û dora bîran bi têlê hatine dorpêçkirin û ji gundiyan re gotine bibin ‘aboneyên’ şaredariyê.
Gundî bi salane ji bîr û çavkaniyên avê ava xwe peyda dikin. Hem zeviyên xwe û hem jî hewcedariya rojane ji bîran peyda dikin. Bi sedan gund ava xwe wisa peyda dike. Lê hefteya borî ekîbên DÎSK’ê gund bi gund geriyan û depoyên avê bi boyaxa şîn boyax kirin û li ser nivîsa DÎSK’ê nivîsîn.
Wê av bê birîn!
Ekîbên şaredariyê ku gund bi gund geriyan û gundî bi gotina ‘bibin abone an em ê avê ji kokê bigirin’ tehdî kirin, ji bo hinek gundiyên li dijî têlên hatine kişandin derketine jî gotine ‘Wê şaredarî yek xizmetê jî li vir neke’. Gundiyan diyar kirin ku avên çavkaniyan bi kar tînin û ji bo veguherin pere dixwazin wan bikin abone. Gundiyan li dijî vê bertek nîşan dan û gotin kes nikare zeviyê xwe av bide û gotin ger nebin abone jî wê av ji kokê bê birîn.