Du cot pantor delîl hat hesibandin: Li Tugçenûrê 33 sal ceza hat birîn

  • 09:07 5 Nîsan 2018
  • Rojane
ENQERE - Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Tugçenur Ozbay di 2015’an de dema ji vapurê derdiket hat binçavkirin û bi hinceta ku li ser wê du pantor hebû, heyeta dadgehê ev kir delîl. Her wiha heyetê çalakî û bernameyên ku Tugçenûrê li zanîngehê tevlî bûye jî li dosyayê zêde kir û 33 sal û 3 meh ceza lê birî.
 
Xwendekara zanîngeha Stenbolê Tugçenur Ozbay di 2015’an de li Stenbolê li Beşîktaşê dema ji vapurê derdiket hat binçavkirin. Tugçenûrê ya bi îdiaya ‘çalakiyê dike’ hat binçavkirin şûnde bêyî derxin dozgeriyê girtin û di vê pêvajoyê de şandin sê girtîgehan. Tugçenûrê niha li girtîgeha jinan a Şakranê dimîne. Tugçenurê tiştên jiya bi nameyekê vegot.
 
Tugçenurê diyar kir ku di rûniştina dawî de rêbaza SEGBÎS’ê lê ferz kirine û got ji ber vê têkilî her tim qût bûye û derfet nedane axaftina wê û SEGBÎS hatiye girtin. Tugçenurê bi lêv kir ku mafê parastinê tune hesibandine û 33 sal û mehek û sê roj ceza danê.
 
Tugçenurê di berdewamiyê de got heta roja hatiye binçavkirin ji ber bûyerên li Zanîngeha Stenbolê jî derbarê wê de gelek dosya hatine vekirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê dozê û daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên ez tevlî bûme ceza dan min. Yek ji cezayên hatiye dayîn ji ‘endamtiya rêxistinê’ ya din jî ji bername û çalakiyan hat dayîn.”
 
‘Mafê perwerdeyê ji destên min hat girtin’
 
Tugçenurê bi lêv kir ku kujer, tecawizkar û cîhadî di vê pêvajoyê de tên beratkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hîna 22 salî me. Ji bo ez 30 salan di girtîgehê de bimînim, her tişt kirin. Ez xwendekara Protohîstorya û Arkeolojiya On Asya bûm. Bi KHK’a ez hatim derxistin û mafê perwerdeya min jî ji destên min girtin. Di pêvajoya darizandina min de delîl û îdiayên ez evqas ceza bigirim tunebû.  Lî gorî xwe ceza dan. Derbarê bûyerek di 2014’an de pêk hatibû û yek jî bûyera OGB û 4 jê polîs ku birîndar bûbûn, ez berpirs dîtim. Di bûyera ku pozê min şikest de hat gotin min 4 polîs derb kirine û ceza li min barandin. Jinek 43 kîlo çawa dikare li 4 polîsan bixe. Ev li dijî rêbazên fîzîkî ne. Di vê rewşê de cezayê hat dayîn 8 sal û 8 meh hat zêdekirin. Di dosyaya polîs amade kiriye de îdiya herî mezin ev e ku min du cot pantor li xwe kiriye. Ji xwe cezayê endamtiyê jî ji vê hatiye dayîn. Bi qasî ez dizanim li welatê me lixwekirina pantoran ne qedexe ye. Cîhadiyên li Amedê bombe li mala wan hat dîtin, berat kirin. Ez jî ji ber cotê pantoran bi dehan salî cezayê digirim. Gav bi gav cezayên min zêde kirin. ”