ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN

  • 09:00 5 Nîsan 2018
  • Rojev
*Jinên Grê Spî bi helwesta xwe ya kedkar li xwezayê xwedî derdikevin û ji bo geşkirina aboriya civakê berxwe didin. BI DÎMEN
 
*Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Tugçenur Ozbay di 2015’an de dema ji vapurê derdiket hat binçavkirin û bi hinceta ku li ser wê du pantor hebû, heyeta dadgehê ev kir delîl. Her wiha heyetê çalakî û bernameyên ku Tugçenûrê li zanîngehê tevlî bûye jî li dosyayê zêde kir û 33 sal û 3 meh ceza lê birî.
 
*Jinên di Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Fîlmmor de li dijî gotinên zayendperest, derketin ser dikê gotin: “Desthilatdariyek  netewperest, zayendperest û nîjadperest neyarê hemû jina ye, divê jin xwe bi rêxistin bikin."  BI DÎMEN
 
*Qeyûmê ku tayînî şaredariya Farqînê bû bi bîr û depoyên avê yên bi sedan gundî, bi tehdîda ‘bibin abone’ girt. Ekîbên li gundan geriyan jî li dora bîr û depoyan têl gerandin. BI DÎMEN
 
*Kuafor Selda Gundogan a di temenê biçûk de hatiye zewicandin  li ser cama kargeriya xwe nivîsên ‘Ez li vê kuaforê tacê nadim serê kesên ji 18 salî biçûktir. Ez beybûna didim serê wan’ û ‘Ji zewacên zarokan re na’ nivîsand. BI DÎMEN
 
*Ava Anzelê û Hewzê bi Masî yên ku di demên borî de li ser wan helbest û stran dihat xwendin piştî ku qayyim tayinî ser şaredariya Sûrê û ya Bajarê Mezin a Amedê bûn, bêxwedî hatin hiştin. Ava ku berê bi hinceta ku şîfayê dide, gel diketê niha ji ber ku nayê paqişkirin dibe sedema nexweşiyan.