Rojbûna Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê bi coşek mezin hat pîrozkirin

  • 18:04 4 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - Bi minesebeta 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Salona Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê pîrozbahî pêk hat. 
 
Bi minesebeta 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Salona Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê pîrozbahî pêk hat. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, endam û rêvebirên HDP û DBP'ê û gelek welatî tevlî bûn. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê ji bo kesên jiyana xwe dest dane deqeyek rêz hat girtin. 
 
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Amedê Îbrahîm Çîçek axivî. Îbrahîm di serî de bertek nîşanî êrîş û binçavkirinan da û anî ziman ku wê berxwe bidin.  
 
Îbrahîm bir lêv kir ku 4'ê Nîsanê rojbûna hemû gelê kurd e û ev tişt got: "Îro rojbûna gelê kurd e. Gelê Rojhilata Navîn bi vê rojê rabûn li ser piyan. Em 69 sale bi Serokê xwe re jiyane, dijîn û em ê bijîn jî. Serok wateya jiyan û hebûna me ye. Serok rêberê jinan, ciwanan, kedkaran û gelan e. 
 
Piştî axaftinê sînewîzyona ku li ser jiyan û berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat temaşekirin. Kesên ku tevlî pîrozbahiyê bûn tim dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Rojbûna te Pîroz Be Ey Serokê me" berz kirin. 
 
Pîrozbahî bir govend û stranên ku hûnermendan gotin berdewam kir.