Avahiya HDP'ê ya bajêr hat dorpêçkirin: 2 kes û pasta hatin binçavkirin
- 17:26 4 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - HDP û DBP'ê bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 69'emîn pasta amade kirin. 2 kesên ku navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin
Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 69'emîn Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li avahiya bajêr a Amedê pîrozbahî li dar bixista. Berî pîrozbahiyê avahiya bajêr a HDP'ê hat dorpêçkirin û çûyin û hatin hat astengkirin. Di encama dorpêçkirinê de 2 kes û pasta ji bo rojbûnê hat binçavkirin.
Gel ji bo pîrozbahiya ku wê li Eywana Konferansa Vedat Aydin çê biba hîn disekinin.