Hejmara binçavkirina rojnamegeran derket 7'an

  • 16:22 4 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Piştî qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hat kirin, polîsan şevê din bi ser malên xebatkarên rojnameyê de girtin û hejmara rojnamegerên hatin binçavkirin derket 7’an. 
 
Polîs û tîmên taybet şevê din, di navbera saetên 00.00 û 03.00’an de bi ser malên xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê de polîsan dest danî ser rojname, wêne, pirtûk û maskeyên gazê ku di dema şopandina nûçeyan de dihatin bikaranîn. Piştî serdegirtinê û heya niha ji edîtorên rojnamê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun, xebatkarên rojnameyê Pinar Tarlak, Ramazan Sola, Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê yê rojnamê Memet Beyazît hatin binçavkirin.  
 
Derbarê xebatkarên rojnamegerên hatin binçavkirin de 24 saetan biryara “Sinordarkirinê” hat dayîn. Polîsan rojnamegerên binçav kirin, birin Midûriyeta Polîsan a Kolana Vatanê.  Hat diyarkirin ku di çarçoveyê lêpirsînê de hîna lêgerîna 7 kesên din heye.
 
Polîsan şev nîvê şevê saet di 00:30'an ê 28'ê Adarê de bi ser Navenda Îdareyê û çapxaneya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya li Beyoglu ya Stenbolê de girtin. Polisan heta saet 03.00'an li avahiyên rojnameyê lêgerîn kirin. Polîsan li avahiya Rojnameyê û li çapxaneya Rojnameyê legerîn kirin û 27 xebatkarên Rojname û çapxaneyê binçavkirin. Rayedarên erkdar ên Fota Sîgorta ya Mevdûata Tasarrufê (TMSF) jî rojname û çapxane desteser kirin û qeyûm tayîn kirin. 27 xebatkarên ku hefteyek e di bin çavan e ne parêzeran îtîraz kirin ku serbest bên berdan. Lê dozger îtîraza parêzeran red kir û binçavkirina rojnamegeran hefteyek dirêj kir.