Jinên Dêrikê: Rojbûna Rêber Apo ronahiya şoreşa jinê ye

  • 16:16 4 Nîsan 2018
  • Rojane
Rûken Goman 
 
DÊRIK - Endamên Rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:" Rojbûna Rêber Apo ronahiya şoreşa jinê ye. Em ê hemû jin ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin."
 
Endamên Rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:" 4'ê Nîsanê heqîqeta parastin a nasnameya jinê ye. Divê hemû jin li vê heqîqetê xwedî derkevin."
 
Endama Rêveberiya Meclîsa Kongreya Star a bajarê Dêrikê Nezha Şelal rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got:"Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe wateyek cuda li jiyanê bar kir û ji bo siberoja gelan bû ronahî. Em ê hemû jin dest bidin hev û li vê ronahiyê xwedî derkevin."
 
Her wiha endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Helîme Husên jî da zanîn ku ew ê ji bo jiyanek azad û serbixwe li fikir û nêrînên Abdullah Ocalan xwedî derkeve û got:"Ji bo em zincîra koletî û desthilatdariyê bişkînin divê em li felsefeya Serok Ocalan xwedî derkevin. Divê em hemû rabin ser piyan û xwedî li nêrînên Serok Ocalan xwedî derkevin. Çimkî rojbûna Rêber Apo ronahiya şoreşa jinê ye."