Gelê Qamişloyê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir
- 15:15 4 Nîsan 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi sedan gelê Kantona Qamişloyê bi dirûşma " Rojbûna Rêber Apo, rojbûna Şoreşa Jinê yê" rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Bi sedan gelê Kanotna Qamişloyê bi pêşengtiya Kongreya Star û bi dirûşma" Rojbûna Rêber Apo, rojbûna Şoreşa Jinê yê" li gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişloyê ya herêma Cizîrê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Bi tevlîbûna tevahî sazî û desteyên civakî, Rêveberiya xweser û bi sedan gelê Qamişloyê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Cihê şahiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, YPJ, YPG hat xemilandin. Her wiha gel ji bo rojbûna Abdullah Ocalan dar çandin.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîca Dawid axivî û diyar kir ku tu kes nikare roja gelê Kurd tarî bike û got divê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan rabe.
Li ser navê Kongreya Star Henîfa Mihemed axivî û soza şopandina riya azad a Abdullah Ocalan da.
Di dawiyê de koma Sazkar stran got û gel govend gerand.