'Fikrên Adullah Ocalan Rojhilata Navîn ronî dikin'

  • 14:59 4 Nîsan 2018
  • Rojane
RIHA - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ê ku derbarê rojbûna Rêberê PKK'ê de li ser navê heyeta ji bo biçe Amarayê ji duh ve li xelfetiyê tê rawestandin axafitn kir  diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan Rojhilata Navîn û rêya kurdan ronî dikin.
 
Di 69'în rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de destûr nehat dayîn ku gel biçe gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê.  Cendirmeyên ku li Amarayê ev heftiyek e hatine bicihkirin  mala ku Abdullah Ocalan lê hat dinê dorpêç kirin.  Li gel dopêça li gund li Ketina Riha û Xelfetiyê jî nokteyên lêgerînê hatin danîn û destûr nehat dayîn ku gel xwe bigihîne xelfetî û Rihayê.
 
Ji ber qedexe û dorpêça li bajar, navçe û gund Heyeta HDP'ê ya ku ji bo biçe Amarayê çû Xelfetiyê li avahiya HDP'ê ya Xelfetiyê daxuyanî da.  Di daxuyaniya ku hat dayîn de xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan  û malbata wî, Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Dîlek Ocalan, Saadet Becerîklî, Aycan Îrmez, Mizgîrn Irgat, Behcet Yildirim, Rêxisitnên bajar û navçeyan yên HDP û DBP'ê, Tevgera Jinên Demokratîk (TJA)  û gelek welatî tevli bûn.
 
 
'Ji bo ronîkirina tarîtiyê fikirên Ocalan'
 
Berdan anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo kurdan û gelên mazlûm  rojeke girîng e û ev roj li tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Berdan wiha berdewam kir: "Îro dema ku em dinêrin fikrên Abdullah Ocalan her derê ronî dikin. Ev çar pênc roj in li Xelfetî û Amarayê  dorpêç heye. Naxwazin ku kesek biçe û bê. Faşîzim ruyeê xwe yê qirêj carekedin nîşan da.  Em îro li vir carekedin dibêjin ku fikrên Abdullah Ocalan girîng in. Em carekedin rojbûna wî pîorz dikin."
 
Pişît axafitnên hatin kirin heyetê xwest ku ji avahiya HPD'ê ya Xelfetiyê biçe Amarayê. Heyeta ku ji aliyê cendirmeyan ve hat astengkirin carekedin vegeriya avahiya navçeyê ya HDP'ê.