Cîhan Mihemed: Divê hemû jinên cîhanê bibin yek

  • 14:47 4 Nîsan 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Cîgira Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Cîhan Mihemed têkildarî rewşa jinên li Şehbayê de anî ziman ku divê hemû jinên cîhanê bibin yek û ji bo jinên Şehbayê piştgiriyê bidin. 
 
Cîgira Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Cîhan Mihemed têkildarî rewşa jinên li Şehbayê de bi lêv kir ku ew têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û wekhev berdewam dike û got ku divê hemû jin dest bidin hev, hêviyên xwe geş bikin û li hev xwedî derkevin. 
 
Cîhanê da zanîn ku keda ku jinên Efrînê bidestxistibû ji aliyê dagirkeran ve tê desteserkirin û wiha got:"Di encama êrîşên dewleta tirk de bi sedan sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Hemû destkeftiyên gelê Efrînê hat desteserkirin. Tevî hemû zext û zordestiyan gelê ku mecbûr man ji Efrînê koç bikin berxwe didin."
 
'Gelê Efrînê dê her ser bilind bin'
 
Cîhanê bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li dijî êrîşên li ser Efrînê û got:"Dewleta tirk li pêş çavên hemû cîhanê êrîşî Efrînê û destkeftiyên Kurdan kir. Lê ku îro hemû gelê cîhanê li dijî vê yekê derketa dê Tirkiye nikariba êrîş bikira. Tevî hemû zordestiyan gelê Efrînê berxwe dan û gelê Efrînê bi têkoşîna xwe dê her serbilind bin.'
 
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
 
Cîhanê da zanîn ku ew ê heta dawî ji bo mafên xwe têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelê Kurd bi têkoşîn û hêviyên bêhempa heta niha li ber xwe da û ew ê niha şûnde jî berxwe bidin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê her dem ji bo azadî û mafên xwe li ber xwe bidin."