Gelê Ereb ji bo 4'ê Nîsanê li gundê Abrê dar çandin

  • 14:33 4 Nîsan 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelê Ereb ê gundê Abrê yê Çelaxaya Girkêlegê bi pêşengtiya Meclîsa Bajarokê Çelaxayê dar çandin.
 
Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelê Ereb ê gundê Abrê yê Çelaxaya Girkêlegê bi pêşengtiya Meclîsa Bajarokê Çelaxayê dar çandin. Bi tevlîbûna endam û rêveberên saziyan û gelê Çelaxayê 1500 dar hatin çandin. Her wiha bi çandina daran rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. 
 
Derbarê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, endama Rêveberiya navçeya Girkêlegê Pîroz Cûdî axivî û got:"Em di serî de rojbûna Rêberên gelan pîroz dikin û em soza bilindkirina têkoşîna azadiya Rêber Ocalan didin. Em ê heta dawî xwedî li fikir û ramanên azad ên Rêberê xwe derkevin û ji bo jiyanek azad têbikoşin."
 
Çalakiya çandina daran bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.