Di rojbûna Abdullah Ocalan de li Hesekê park hat vekirin
- 14:20 4 Nîsan 2018
- Rojane
Ronida hacî
HESEKÊ - Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Hesekê park hat vekirin û li parkê dar hatin çandin.
Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Hesekê bi navê Abdullah Ocalan park hat vekirin û li parkê dar hatin çandin. Park bi wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û bi alên YPG/YPJ'ê hat xemilandin. Endam û rêvebirên saziyên civakî û gel beşdarî vekirina parkê bûn.
Li ser navê Kongreya Star a Bajarê Hesekê Şêrîn Oso axivî û got:"Ez rojbûna Rêber Apo bi taybet li jinan û li hemû cîhanê pîroz dikim. Em bi fikir û ramanên Rêbertî li ser piyan e. Hebûna wî hebûna me ye. Em ê heta dawî li hebûna xwe xwedî derkevin."
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Zerga Mihemed axivî û got:"Em rojbûna Rêber Apo li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin û em dibêjin heta ku em hebin em dev ji têkoşîna xwe bernadin heta ku Rêberê me azad bibe. Azadiya Rêberê me azadiya hêvî û siberojên azad in."
Herî dawî Koma Kulîlkên Kurdistanê Stran gotin û helbest xwendin.