Li Efrînê 4'ê nîsanê hat pîrozkirin

  • 14:12 4 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li "Kampa Berxwedanê" bi çalakiyekê hat pîrozkirin.
 
Bi minasebeta 69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şehbayê li "Kampa Berxwedanê" ku gelê Erînê lê hatiye bicihkirin  hat pîrozkirin.  Di çalakiyê de dirûşên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Efrînê" hatin berxkirin.
 
Sureya Hebeş a li ji ser navê Malbatên Şehîdan axivî û Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Sureya wiha berdewam kir: "Ji Efrîna keleha berxwedanê silav ji Îmraliyê re .Serokê min rojbûna te pîroz be .Em li vir li ber xwe didin. Ger ku em yek Apoger bimînin jî wê berxwedana me berdewam bike.  Em ê wekî ku Serokê me li Îmraliyê li ber xwe dide li vir li ber xwe bidin."
 
Ji endamê Kongreya Star Rohila Arîf jî diyar kir ku ew ê qet ji dest ji Felsefeya Abdullah Ocalan bernedin û wiha got: "Em bi vê Felsefeyê bi ser xwe ve ahtin û li ber xwe ddiin û em ê bi vê Felsefeyê bi ser kevin.  Bila dimin kêfa xwe nîne em Efrînê ji wan re nahêlin."
 
Piştî axaftinan çalakî bi muzîkê berdewam kir