Hêvî Mistefa: Pergaleke Efrînê heye
- 12:20 4 Nîsan 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, li dijî tayînkirina walî a ji aliyê Tirkiyeyê ve û damezarandina mecliseke nû li Efrînê got;"Pergaleke Efrînê ku hatiye rûniştandin heye. Em tu pêkanînên Tirkiyeyê ên bi hevkarên wê re nas nakirin. Bila kesek xwe nexapîne. Xwediyên Efrînê diyar in."
Piştî êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û komên girêdayî wê ên li ser Efrînê ku navenda bajarê Efrînê di 18'ê Adarê de hat dagirkirin, li Dîlokê di bin navê "Kongreya Rizgariya Efrînê" de civîn hat lidarxistin. Piştî civînê hat diyarkirin ku wê ji bo Efrînê alîkarê walî bê tayînkirin û wê girêdayî Waliyê Hatayê bê Koordînekirin. Her wiha di civînê de biryarke din jî hat dayîn û hat ragihandin ku wê "Konseyeke bajar a ku ji 35 kesan pêk tê" jî bê avakirin.
Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa biryarên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve derbarê Efrînê de tên dayîn nirxand: "Bia tirkiye û çeteyên girêdayî wê baş bizanibin ku wê gelê Efrînê dest ji axa xwe bernede. Heta ku hêza me ya xweser hebe em ji tu kesî natirsin. Belê rast e bi hovîtiyeke mezin êrîşî gelê me kirin .Lê me me çawa li ber xwe da hemû cîhanê dît. Baweriya me bi hêza meya leşkerî heye."
'Xediyên Efîrnê diyar in'
Hvî bal kişand ser "Kongreya Rizgariya Afrînê" a ku li Tirkiyeyê hat kirin û wiha got: "Pergaleke Efrînê ya ku hatiye rûniştandin heye. Kesên ku rûmeta xwe difiroşin nikarin xwedî li Efrînê derkevin. Polîtîkayên qirêj ên tirkiyeyê me elqedar nakirin. Meclisa ku damezrînin jî vala ye. Wê gelê Efrînê tu carî rûmeta xwe nede tu kesî. Tirkiye ya ku bi hemû hovîtiya xwe êrîşî gelê mazlûm kir nire û niha jî dixwaze bi kesên bê rûmet meclisekê ku Efrînê îdare bike ava bike. Em vê tu carî qebûl nakirin û bila tu kes xwe nexapîne. Xwediyên Efrînê diyar in. Heta ku kesên ji bo Efrînê canê xwe bidin hebin wê cîh ji kesên xwefiroş re li Efrînê neyê dayîn."
'Wê Efrînê ji kesên hov re neyê hiştin'
Hêvî di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku gelê Efrînê serî ji dîktatoran re netewîne û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Em kurd in. Em ji bo zimanê xwe yê dayikê bi salan xwîna xwe dirijînin. Bila kesek nebêje ku qey em ê bi hêsanî dest ji têkoşîna xwe berdin. Qaşû meclisa tirk a ku Tirkiyeyê ava kiriye û kesên tê de cih digirin bi kurdî nizanin nikarin bên ji gelê Efrînê re xizmetê bikin. Bila bizanibin gelê ku evqas bedel daye wê çavê xwe ji vê rezîltiyar delwta tirk a kur rezîl e re negire. Gelê Efrînê yê ku heta roja îro bi rûmet jiya ye li bendê ye ku vegere Efrînê. Em li ser navê gelê Efrînê dibêjin; wê efrînê ji dagirker talanker û barbaran re nemîne. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin."