Şaredariyên Îtalyayê Abdullah Ocalan kirin welatiyê xwe yê rûmetê

  • 12:01 4 Nîsan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Du şaredariyên din ên Îtalyayê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin 'welatiyê xwe yê rûmetê'. Bi vî rengî hejmara şaredariyên Îtalyayê yên Ocalan kirin welatiyê xwe, bû 9.
 
Li herêma Molise ya Îtalyayê, şaredariya Castel de Guidice ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Iserniayê û şaredariya Castelbottaccio ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Campobassoyê eşkere kirin ku wê Abdullah Ocalan bikin "welatiyê xwe yê rûmetê". Balkêş e ku biryara welatîbûnê beriya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayin.
 
Biryara welatîbûnê li rûniştina meclîsên şaredariyan bi piraniya dengan hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê û rola wî ya di aştiya Rojhilata Navîn de, biryar hatiye dayin ku mafê welatîbûnê jê re bê dayin." Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Ocalan ê weke lîderê gelê Kurd tê dîtin, nêzî 20 sal in li Îmraliyê dîl tê girtin, di nava tecrîdê de ye û bang li şaredariyên din ên li herêmê hate kirin ku heman helwestê nîşan bidin. Şaredariyan bal kişandin ser dagirkirina Efrînê jî û bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kirin.
 
Belgeya welatîbûna Ocalan wê 4'ê Gulanê li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Campobassoyê bi merasîmeke hevpar a her du şaredariyan bê dayin.
 
Parêzerên Ocalan, nûnerên Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û nûnerên zêdeyî 15 komele, sazî û rêxistinên xwecihî yên herêma Moliseyê wê tevlî merasîmê bibin.
 
Her wiha wê hunermendên navdar ên herêma Moliseyê Alessia D'Alessandro, Diego Florio, Stefano Sabelli û karîkaturîstê navdar ê Îtalyayî Zero Calcare tevlî merasîmê bibin.
 
Beriya niha şaredariyên Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano û Pinerolo Ocalan kiribûn "welatiyê xwe yê rûmetê".