PYD'ê ji bo 4'ê Nîsanê li Til Temirê civîn li dar xist
- 11:53 4 Nîsan 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Boruya Jinê ya PYD'ê li Til Temirê civîn li dar xist.
Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Boruya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi tevlîbûna jinên bajêr civîn li dar xist. Ji bo berxwedêrên azadiyê civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Gulîstan Xelef derbarê 4'ê Nîsanê de wiha got:"Rêber Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya xwedî biryar û bi dilnizmiya xwe dihat nasîn. Fikir û felsefeya wî ya azad hêviyên nû da avakirin. Loma rojbûna Rêber Apo xwedî wateyek girîng e. Em hemû jin rojbûna Rêber Apo bi dilekî germ pîroz dikin."
Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.