Li ser sînorê Hatayê 15 rojî qedexe hat îlankirin
- 11:44 4 Nîsan 2018
- Rojane
HATAY - Walîtiya Hatayê li herêmên sînor ji bo 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan kir. Her wiha rojnamegerên bixwazin dîmen bikişînin, roportaj û weşanê bikin divê destûr bixwazin.
Piştî oprasyona dagirkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û komê OSO’yê yên girêdayî wê ya li ser Efrînê, agahiyên pevçûnên li herêmê dewam dikin tên. Walîtiya Hatayê jî biryarek balkêş girt. Walîtiyê li ser hin herêmên sînor ji bo 15 rojan biryara “Herêma Ewlehiya Taybet” girt û qedexe kir.
Li cihên hatin qedexekirin, endamên çapemeniyê yên bixwazin dîmen bikişînin, roportaj û weşanê bikin divê ji Walîtiyê destûr bixwazin.