Berî 4'ê Nîsanê li Amarayê 5 kes hatin binçavkirin
- 09:50 4 Nîsan 2018
- Rojane
RIHA - 5 kesên ku ji bo Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin li mala birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diman hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin di nava wan de rojnameger jî heye.
5 kesên ku ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin çûn Amarayê û li mala Mehmet Ocalan man do şev hatin binçavkirin. Di nava kesên ku hatin binçavkirin de Hevserokê Bajêr ê DBP'ê Bekir Karakeçili û rojnameger Haci Yusuf Topaloglu jî hebûn.
Her wiha di saetên şev de li Amarayê Rêvebirê Navçeyê yê Hewengê yê HDP'ê jî hatibû binçavkirin. Hewldana Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan a ji bo ku kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan jî encam neda.