Bi ser malên xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê de hat girin
- 09:37 4 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Polîsan bi ser malên xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya ku hefteya borî bi ser buroya wê de hat girtin û piştre jî qeyûm tayînê wê hat kirin de girtin. Di encama serdegirtinê de Reyhan Hacioglu, Pinar Tarlak, Hîcran Urun û Mehmet Beyazit hatin binçavkirin.
Di hefteya borî de bi ser buroya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya li Beyogluyê de hatibû girtin û 24 xebatkarên rojnameyê hatibûn binçvkirin. Binçavkirina 24 kesan berdewam dike, duh bişev saet di 24.30'an de jî bi ser malên xebatkarên rojnameyê de girtin. Di serdegirtina ku ji aliyê polîsan ve hat kriin de li malalan lêgerîn hat kirin û gelek alavên li malan hatin desteserkirin. Di lêgerîna ku li mala edîtora rojnameyê Reyhan Hacioglu hat kirin de gelek alavên ku ji bo nûçeşopandinê tên bikaranîn hatin desteserkriin. Her wiha pirtûk û nameyên li malê jî hatin desteserkirin.
Di serdegirtina malan a ku hat kirin de Reyhan Hacioglu, Pinar Tarlak, Hîcran Urun û Mehmet Beyazit hatin binçavkirin. Sedema