9 xwendekarên Bogazîçî ku Erdogan ferman da hatin girtin
- 09:32 4 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Ji 16 xwendekarên ku li ser fermana Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan hatin binçavkirin jê 9 kes hatin girtin.
Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 16 xwendekarên di 19’ê Adarê de bertek nîşanî “Loqima Afrînê” dan û gotin “Loqima komkujiyê tuneye” û dûre Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan got ‘Em ê wan nedin xwendin” û fermana binçavkirina wan dan, piştî îfadeya wan a dozger hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 16 xwendekaran 15 xwendekarên li Edliyeya Çaglayana Stenbolê derketin pêşberî dozger bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirin”sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 15 xwendekarên sewqî dadgehê hatin kirin jê 9 xwendekar hatin girtin û 6 xwendekar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Xwendekarên hatin binçavkirin wiha ne: Şukran Yaren Tuncer, Zulkuf Îbrahim Erkul, Esen Denîz Ustundag, Sevde Ozturk, Kubra Sagir, Berke Aydogan, Denîz Yilmaz, Agah Suat Atay û Yusuf Noyan Ozturk.