Leyla Qehreman: Em hêzê ji felsefeya Rêber Apo digirin
- 09:30 4 Nîsan 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Leyla Qehreman nerînên xwe anî ziman û got:"Em hêzê ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin. Em ê her hêzê jê bigirin û di rojbûna wî de têkoşîna xwe bilindtir bikin."
Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Leyla Qehreman nerînên xwe anî ziman û got:"Bi felsefeya Rêber Apo gelê Kurd têkoşîna xwe ya li dijî bişaftin û faşîzmê mezin kir."
Leylayê anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo hemû gelan rojeke pîroz û bi wate ye û got:"Bi hatina jiyanê ya Rêber Apo têkoşîna ji bo jiyana azad mezintir bû. Hêvî û berxwedana gelan zindî bû. Rêber Apo di tevgera têkoşîna azadiyê de rolek girîng lîst. Ji ber ku Rêber Apo azadî û wekhevî dixwest ji aliyê hêzên komploger hedef hat girtin."
'Rêber Apo bû reng û dengê jinê'
Leylayê anî ziman ku jinên Kurd felsefeya Abdullah Ocalan esas girtin û wiha dewam kir:"Ji ber ku jinên Kurd felsefeya Rêber Apo esas girtin, jin di warê tevgera têkoşîna azadiyê de pêştir ketin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo mafê jinê berxwe dida loma Rêber Apo bû reng û dengê jinê. Jinê bi saya fikir û felsefeya wî çan,dîrok, huner û nasnameya xwe parast."
'Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo ronahiya siberoja hemû gelan e'
Leylayê anî ziman ku hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî fikir û ramanên Abdullah Ocalan tehemmul nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku fikir û ramanên Rêber Apo ji bo ronahiya siberoja hemû gelan e loma hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî naxwazin ku fikir û ramanên Rêber Apo belav bibe. Loma hemû cîhan li dijî tecrîda giran a Rêberê me bêdeng e. Em wekî jinên Kurd vê bêdengiyê bi zimanekî tund şermezar dikin û em ê heta dawî ji bo azadiya Serokê xwe berxwe bidin."