‘Ji bo aştiya mayînde divê tecrîd rabe’

  • 09:08 4 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Munevver Ulker diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde di nav gelan de pêk bê divê demildest tecrîd bê rakirin û got: “Suryanî, Êzidî û hemû gelên din jî ji ber tecrîdê di bin zextan de ne.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 7 sale ji ber polîtîkayên tecrîdê nikare bi parêzerên xwe re, ev 4 sale jî nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike, piştî hewldana darbeyê şûnde  ji ber zextên rayagiştî birayê wî Mehmet Ocalan di îlona 2016’an de çûbû Îmraliyê. 69’emîn Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdan ve li gelek bajaran bi çalakî û bernameyan tê pîrozkirin. Fînala çalakiyan jî wê di 4’ê Nîsanê de li gundê Abdullah Ocalan li Amarayê pêk bê. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê Munevver Ulker ji bo tevlîbûna pîrozbahiyên li Mêrdîn û navçeyên wê bang kir û got Abdullah Ocalan bi din tecrîdek giran de ye.
 
Munevverê balkişand ser helwesta Komîteya Pêşgirtina Îşkenceyê  (CPT) ya gelek caran çûye Îmraliyê û bi lêv kir ku ji ber CPT bi hestiyarî tev nagere û hevdîtinan pêk nayne gelê Kurd û jin di fikarek mezin de ne û wiha got: “Ev fikar divê demildest derbas bibin. Divê CPT berpirsyariya xwe bîne cih. Em dixwazin derbarê rewş û tenduristiya rêbertiya xwe de agahiyan bigirin.  Hemû ji ber tecrîdê bi fikar in. Em ê heta dawî heta tecrîd rabe xebatên xwe bimeşînin.”