Xwendekarên li ber kişlayê derbas dibin tên tacîzkirin
- 09:06 4 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Li Farqînê xwendekarên li ber Kişlaya Fermandariya Alay a Taktîk a Cendermeyan derbas dibin diyar kirin ku ji aliyê cendermeyên nobedar ve rastî tacîza gotinî tên û gotin divê çareseriyek bê dîtin.
Li Farqînê xwendekaran îdia kirin ku dema li ber Kişlaya Fermandariya Alay a Taktîk a Cendermeyan derbas dibin, ji aliyê cendermeyên nobedar ve rastî tacîza gotinî tên û gotin divê çareseriyek bê dîtin. Qada leşkerî ya aliyekî berfireh dihundirîne, aliyê têketinê jî li kolanê dinêre. Xwendekarên lîse û dibistanê jî her sibeh di vê kolanê de derbas dibin. Xwndekarên li Lîseya Anadolu ya Farqîn û ÎMKB Anadolu ya Farqînê dixwînin, diyar kirin ku her tim rastî tacîza gotinî ya leşkerên nobetê digirin tên.
Xwendekarên keç ên her sibeh saet di 08.00’an de dest bi dersê dikin û neçar dimînin di 07.30’an de ji kolanê derbas bibin diyar kirin ku rojê du caran neçarin ji vir derbas bibin.
Xwendekaran diyar kirin ku ew çareseriyekê dixwazin û gotin bi xeter be jî neçarin derbasî kolana din bibin û bimeşin. Xwendekara bi navê M. ku ev 4 sale di rê de gelek caran rastî gotinên leşkeran tê wiha got: “Her cara ez derbas dibim ji bo dengê wan nebihizîm diçim kolana hember. Li wir jî trafîk heye. Ne tenê ez, bi dehan hevalên min wisa ne. Ji bo em gotinên leşkeran nebihîsin em ji wê kolanê bi lez derbas dibin.”