Semîra Şukrî: 4'ê Nîsanê awaza biharê ya geş e

  • 09:03 4 Nîsan 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Şukrî wateya roja 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî şikandina hişmendiya nîşadperest pênase kir û got:"4'ê Nîsanê awaza biharê ya geş e. Em ê bi hev re vê awazê bi lêv bikin."
 
Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Şukrî roja 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got:"4'ê Nîsanê tê wateya serîhildan û berxwedanek nû."
 
Semîrayê diyar kir ku 4'ê Nîsanê sedema zayina rojê ya nûjen e û got:"Em bi saya ramanên Rêber Apo bûn xwedîhêz û me ji bo mafên xwe berxwe dan. Me bi saya Rêberê xwe bendên zordestiyê hilweşand. Ji ber ku Rêberê me demokrasî û azadiyê diparêze hedef tê girtin. Ji ber ku wî hişmendiya baviksalarî qebûl nedikir û li dijî desthilatdariyê derdiket hedef hat girtin. Lê em vê yekê qebûl nakin û em ê ji bo azadiya Rêberê xwe berxwe bidin."
 
'Di şexsê Rêber Apo de xwestin agirê serîhildanê vemirînin'
 
Semîrayê anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda û wiha dewam kir:"Rêber Apo ji ber ku tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda bi komploya 15'ê Sibatê rû bi rû ma. Di şexsê Rêber Apo de xwestin agirê serîhildanê vemirînin. Lê ne Rêber Apo ne jî gelê Kurd gav paş de avêtin. Bi dilekî hevpar heta dawî têkoşiyan. Dê ji niha şûnde berxwedana me bilintir û geştir bibe."
 
'Dixwazin destkeftiyên ku bi xwîna berxwedêran hatiye bidestxistin ji holê rakin'
 
Semîrayê da zanîn ku bi plan û polîtîqayên qirêj tê xwestin ku  destkeftiyên bi xwîna berxwedêran hatiye bidestxistin ji holê rakin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Neyarên Kurdan ji bo ku Rêber Apo azad nebe her gef û zextên hovane pêk tînin û naxwazin ku gelê Kurd bibe xwedî statu. Lê em ê bi rihê berxwedana Efrînê asta têkoşîna xwe bilind bikin, Rêberê xwe azad bikin û bi ser bikevin."