'Jin bingeha civakek azad û xweser e'
- 09:01 4 Nîsan 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Jinên Bajarê Hesekê ji bo aboriya xwe geş bikin û li ser lingên xwe bisekinin, di hemû qadên civakê de cihê xwe digirin û aboriya xwe geş dikin.
Jinên Bajarê Hesekê li dijî hişmendiya baviksalarî berxwe didin û di her qadê jiyanê de têkodikoşin ku li ser piyê xwe bimînin û aboriya xwe pêş bixin.
'Divê hemû jin li dijî hişmendiya baviksalarî berxwe bidin'
Jina bi navê Cîhan Esead diyar kir ku jinên ku dixebitin serî natewînin û got:"Jin dema ku di warê aboriyê de xwe pêş bixe wê demê kes nikare zû bi zû wan biçewisîne. Di heman demê de jinên ku aboriya xwe pêş dixe li dijî hişmendiya baviksalarî jî berxwe didin. Divê hemû jin li dijî hişmendiya baviksalarî berxwe bidin û serî netewînin. Loma divê hemû jin di hemû qadên jiyanê de cih bigirin û xwe pêş bixin. Ez niha ji bo aboriya xwe pêş bixim dixebitim û debara xwe dikim. Zarokên xwe jî bi vî awayî xwedî dikim. Banga min ji hemû jinan ew e ku serî li dijî mêran netewînin û di her qadên jiyanê de xwe pêş bixin."
'Jiyan bi keda mirov geş û xweş dibe'
Jina bi navê Nazo Ezîz (82) jî anî ziman ku ew ji karê xwe gelekî hez dike û got:"Bi salane ku ez dixebitim û debara xwe dikim. Ji ber ku ez dixebitim pêdiviya min ji kesekî namîne loma ez xwe azad hês dikim û baweriya min jî zêde dibe. Jiyan bi keda mirov geş û xweş dibe. Ji bo jiyanek geş û xweş divê hemû jin berxwe bidin û xwe ji her alî de pêş bixin. Ji ber ku jin bingeha civakek azad û xweser e loma divê jin bêtir berxwe bidin û ji bo siberojek ronî têkoşîna xwe bidomînin."