ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2018'AN
- 09:00 4 Nîsan 2018
- Rojev
*Jinên Bajarê Hesekê ji bo aboriya xwe geş bikin û li ser lingên xwe bisekinin, di hemû qadên civakê de cihê xwe digirin û aboriya xwe geş dikin. BI DÎMEN
*Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Şukrî wateya roja 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî şikandina hişmendiya nîşadperest pênase kir û got:"4'ê Nîsanê awaza biharê ya geş e. Em ê bi hev re vê awazê bi lêv bikin."
*Ji çalakgerên li Kolana Yukselê Gulnaz Bozkurt di encama tundiya polîsan de beşek ji porê wê ji kokê hat rakirin û hat binçavkirin. Piştre jî ji karê xwe yê nexweşxaneyê hat derxistin. Gulnazê wiha got: “Ez ji kar hatim avêtin. Bi vê dixwazin min bitirsînin. Wê dîsa porê me rakin û dîsa tundiyê pêk bînin. Lê em ê jî wê dîsa biçin.” BI DÎMEN
*Seroka Baskê Jinan a Bucayê ya CHP’ê Hulya Altun diyar kir ku AKP hewl dide jinan bi giştî ji jiyana civakî dûr bixe û divê jin li ser esasa hevpariyê bên cem hev. BI DÎMEN
*Li Farqînê xwendekarên li ber Kişlaya Fermandariya Alay a Taktîk a Cendermeyan derbas dibin diyar kirin ku ji aliyê cendermeyên nobedar ve rastî tacîza gotinî tên û gotin divê çareseriyek bê dîtin.
*Yek ji koordînatorên Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Gezîcî Fîlmmor Melek Ozman diyar kir ku hîna di sînemayê de serdestiya mêr heye û û got divê jin ‘qunçikan’ ji mêran re nehêle û wiha got: “Di her şert û mercî de em ê çêkirina fîlîman bidomînin.” BI DÎMEN
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Munevver Ulker diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde di nav gelan de pêk bê divê demildest tecrîd bê rakirin û got: “Suryanî, Êzidî û hemû gelên din jî ji ber tecrîdê di bin zextan de ne.” BI DÎMEN
*Vesîle Yuksel a bi zarokên xwe Arîn, Avesta û dayika xwe Gurbet Tekîn re di girtîgehê de ne, serlêdana wê ya ji bo ‘berdana bi kontrol’ ji aliyê Dadgeriya Înfaza Cezayê ve hat redkirin. Hinceta redkirinê jî ev bû ku Vesîle ‘girtiya siyasî ye.’
*Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Leyla Qehreman nerînên xwe anî ziman û got:"Em hêzê ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin. Em ê her hêzê jê bigirin û di rojbûna wî de têkoşîna xwe bilindtir bikin."