Girtiyên Zindanan: Em ê zindanan bikin keleha azadiyê
- 16:31 3 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Girtiyên PKK û PAJK'ê bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyam şandin. Li ser navê Denîz Kaya, daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê li dijî zextan serî netewînin û soz didin ku dê berxwedana xwe xurt bikin.
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya, bi minasebeta 4'ê Nîsane Roja 69'emîn salvegera Rojbuna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyani dan. Deniz, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye girankirin û wiha got: "Em 4'ê Nîsanê di şertê faşizmê de pêşwazî dikin. Vê yekê hêrsa me mezin kir. Denîz wiha got: “Li Kurdistanê axa miriyan avêtibûn ser Kurdan. Lê raperîn û welidîna li Gundê Amarayê pêş ket, rê li pêş welidîn û raperîna gelekî vekir. Rojbûna Amarayê bû rojbûna gelê Kurd û Rojhilata Navîn. Niha bi xêra Rêber Apo gelê Kurd hişyar bû welidî û geş bû. Gelê Kurd bi xêra Rêber Apo rastiya xwe nas kir û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Di têkoşîna azadiyê de hev hembêz kir û bi hevre bû xelek. Bi têkoşîna bê navber ya Rêberê me pêş xist re ji 7 salî heta 70 salî, jin, ciwan zarok, kal pîr hemû ketin ser lêgerîna azadiyê. Xwe bi xeta jiyanê re kirin yek."
Deniz, da zanîn ku ev zanîn û welidîn, bi welidînên din re bûn yek û cewherekî din ava kirin û wiha got: "Ev welidîn, rê li pêş ronîkirin, azadi û şoreşa jinê û gelan vekir. Rê li pêş mirovê azad vekir. Rêberê me paradigmaya jiyana azad ku hemû gelan hembêz dike û hemû gel hev hembêz dikin pêş xist. Hebûn bi cewherê xwe re bû yek. Ruh û beden bû yek. Rê li pêş azadiya mezin vekir. Heqîqeta Rêberê me ya hişmendiya azad û vîna azad, rê li pêş jiyana azad vekir. Ev vîn, jiyan û hişmendiya azad rê li pêş Şoreşa Rojava vekir. Li Axa Mezopotamya ya Qedîm wekî rojekê hilatiye û geş bûye. Ji bo hemû mirovan, jin û ciwanan û ji bo hemû zindiyan rê li pêş parastina cewherî vekiriye. Li dijî têkçûna wateyê bûye banga azadiyê û utopya.
Wekî gelê kurd, jinên kurd vê hebûnê, hebûna serokê xwe, wekî şensek dirokî dibînin. Hebûna Rêber Apo di hişê me de wekî rojekê hilat. Wate da jiyana me. Li ser vê bingehê em carek din dubare dikin ku em jiyana bê Rêber Apo qet qebûl nakin.
Li ser vê bingehê em dibêjin rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye. Rêber apo ronahiya me û roja me ye. Rojbûna Rêber Apo, navê azadiya me ye. Em rojbûna Rêber Apo li hemû mirovahiyan, jinan û ciwanan pîroz dikin. Di serî de bi taybetî ji bo jinan û ciwanan û tevahiya gelan bûye rêgeha jiyana me ye. Ji bo vê yekê em li Rêber Apo xwedî derkevin. Em felsefeya wî ya jiyana azad jindar bikin. Em wekî mîlîtanên Rêber Apo dê li dijî faşizma ku dixwaze vîna me bişkîne û polîtîkaya teslîmyetê li ser me ferz dike, tu carî serî netewînin. Em soz didin ku wekî hemû girtiyên zindanan tekoşîna xwe bi têkoşîna Rêberê xwe re bikin yek û zindanan bikin keleha azadiyê."