Malbata ku Sûrê terk nekir hat tehdîtkirin

  • 16:09 3 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - Di bin navê "Vguhestina bajêr de" li navçeya Sûrê li taxên Alîpaşa û Lalebeyê malbata ku di kon de li ber li berxwe dida hat tehdîtkirin û xwestin ku malbatê ji Sûrê derxînin. Malbata Ak diyar kir ku ew ê li gel zextên tên kirin taxa xwe terk nekin.
 
Li 6 taxên girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê piştî îlankirina "Qedexeya derketina derve" ku di 1015'an de hat ragihandin di 21'ê Adara 2016'an de bi biryara Lijneya Wezîran bi hinceta ku li qada bi xeter in 368 grav 6 hezar û 300 parsel erd ji aliyê Wezareta Hawîrdor  Bajarvaniyê ve bi awayekî lez girtin bin ewlehiyê.  Lê  taxên Lalebey û Alîpaşa ku ji pevçûnan bi bandor nebûn û ji aliyê Şareariya Bajarê Mezin a Amedê ve di sala 2012'an de ku tevli planê îmarê hatin kirin jî di 21'ê Adara 2016'an de  bi biryara Lijneya Wezîran pêşkêşî Wezareta hawîrdor û Bajarvaniyê hatin kirin û tevli planê veguheztirna bajarvaniyê hatin kirin. 
 
Li Taxên Alîpaşa û Lalebeyê ku tevli biryara cemawerîkirinê hatin kirin di sala 2017'an di meha gulanê de piştî ragihandina biryarê hilweşîn hat destpêkirin. Li her du taxan 10 hezar û 12 xewediyên xaniyan ji bo ku malên wan neyên hilweşandin  îtîraz kirin. Gelek xwediyên xaniyan jî  ji bo ku xaniyên xwe serî li riyên hiqûqî dan. Lê ji bo hilweşînê bêyî ku li benda biryara hiweşînê bê mayîn xwediyên xaniyan bi zorê ji malên xwe hatin derxistin û di bin ewlehiya polîsan de malên wan hatin hilweşandin.
 
Koçberiya duyem tê ferzkirin
 
Berxwedana niştecihên li Alîpaşa û Lalebeyê jî berdewam dike û welatî naxwazin ku taxên xwe terk bikin. Malbata Ak ku xaniyê wan hatiye hilweşandin ji bo ku taxa xwe terk nekin di kon de dijîn. Malbata Ak îro di bin zora polîsan de ji bo ku taxê terk bike ji aliyê endezyaran ve hat tehdîtkirin. Malbata Ak ku di salên 190'î de ji gundê Çinarê yê bi navê Kazitepeyê koçber bûn û hatin li taxa Alîpaşayê bi cih bûn diyar kirin ku ew naxwazin taxa xwe biterikînin.
 
Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ku ji bo etaba 2'emîn zend û bend badan, derdora her du taxan bi bariyerên hesinî dorpêç kir.