Li Girkêlegê ji bo 4 Nîsanê şitlê dara hatin çandin

  • 12:13 3 Nîsan 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê  bi boneya roja 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şitlên daran li dibistanê zarokan bi destên dayikên berxwedêran hat çandin.
 
Li navçeya Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê, bi hatina 4'ê Nîsanê roja vejîna azadiyê ji aliyê şaredariyên gel ve û alîkariya dayikên berxwedêran şitlên daran li dibistanên zarokan hatin çandin. Her wiha li  tevahî dibistanên Girkêlegê hejmarek ji darên zeytûnan, şitlên wan hatin belavkirin û çandin. Piştî çandina daran ji aliyê dayikên berxwedêran ve axaftin hat kirin. 
 
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Dayika berxwedêr Qehreman Minîfa Sulêman axivî, Minîfa Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got ev roj ji bo tevahî jinan û gelê azadîxwaz pir bi wate ye. Divê em di vê rojê de li hemû nirxên xwe yên Kurdewarî xwedî derkevin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya xwe û azadiya Rêberê xwe bilindtir bike.   
 
Çalakiya çandina daran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.