Dayikên Aştiyê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
- 12:04 3 Nîsan 2018
- Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe daxûyanî dan. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Ayşe Turkmen axivî û got ku bi salane li ser gelê Kurd şerekî dijwar tê kirin û pirsgirêka vî şerî bi tenê Abdullah Ocalan dikare çareser bike.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe daxûyanî dan. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Ayşe Turkmen axivî û di serî de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û anî ziman ku bi salane li ser gelê Kurd şerekî dijwar tê kirin. Ayşeyê got ku pirsgirêka vî şerî bi tenê Abdullah Ocalan dikare çareser bike.
Ayşeyê anî ziman ku îro rojbûna Abdullah Ocalan e û rojbûna Abdullah Ocalan li hemû Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Ez vê rojê li temamî cihanê pîroz dikim. Em hêvî dikin ku ev rojbûna Serok bibe sala azadî û aştiyê. Piştî ku Serok ket girtîgehê li Kurdistan û Tirkiyeyê şer gelek zêde bû û vî şerî bandora xwe li Efrînê jî kir. Niha li Efrînê şerekî dijwar diqewime û di encama vî şerî de gelek sivîl hatin qetilkirin. Gelek kes jî ji axa xwe û welatê xwe hat dûrxistin. Em dibêjin êdî bes e bila ev şer bisekine. Bila dewleta tirk ji Efrînê derbikeve. Efrîn axa kurdan e, ne axa wan e. Em naxwazin ku êdî tu kes bê kuştin û tu dayik bigirîn. Bi salane dayik digirîn. Qet wîcdan û edaleta wan tuneye. Em bi salane li pey vê azadiyê ne û em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Heta ku em azadiyê bi dest bixin em ê li ser piya bin.”
'Tenê Serok dikare vî şerî çareser bike'
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku vî şerê cihanê tenê Abdullah Ocalan dikare çareser bike û ev tişt got: “Vî şerî bi tenê Serok dikare çareser bike. Lewra jî divê tecrîda ku bi salane li ser Serok tê meşandin divê rabe ji bo ku çareserî pêk were."
‘Em bi tenê xilasiya Serokê xwe dixwazin’
Herî dawî jî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rahîme Înce axivî û wê jî bi lêv kir ku dewleta tirk bi salane li ser Kurdan şerek daye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk çi ji me dixwaze? Ger ku em çûne ser axa wan wê demê ew mafdar in, lê belê em ne li ser axa wan û ne jî welatê wan in. Em bi salan e li ser axa xwe dijîn. Em bi tenê xilasiya Serokê xwe dixwazin. Lewra jî em dixwazin di demek nêz de tecrîda li ser Serok bê rakirin û hevdîtin pê re bê kirin. Îro rojbûna Serok e û em rojbûna Serok li hemû cihanê pîroz dikin. Bi salane li dijî kurdan şer tê kirin û îro ev şer hîn jî berdewam dike.”