Li Stenbolê parêzkarên jiyanê hatin binçavkirin
- 11:21 3 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzkarên jiyanê yên ku li Kadikoya Stenbolê çalakiyên li dijî nukleerê pêk anîn hatin binçavkirin.
Parêzkarên jiyanê ji bo ku hatina Serokê Dewleta Rûsyayê Vilademir Pûtin a ji bo bingehavêtina Santrala Nukleerê ya Mêrsînê, protesto bikin li Kadikoya Stenbolê hatin ba hev. Parêzkarên jiyanê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên ku hatine binçavkirin birin Qereqola Rihtimê ya Kadikoyê.