'Gelê Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe didomînin'
- 11:10 3 Nîsan 2018
- Rojane
Lilav Eli-Tolin Mihemed
ŞEHBA - Endama Komîteya Dîplomasiya Kongreya Star Fatma Lekto diyar kir ku gelê Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe didomînin û bang li rêxsitinên mafên mirovan kir ku pêdiviyên gelê Şehbayê pêşwazî bikin.
Gelê Efrînê ku ji ber êrîşa dewleta tirk mecbûr man ku derbasî Şehbayê bibin berxwedana xwe didomînin. Endama Komîteya Dîplomasiya Kongreya Star Fatma Lekto bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê ya ku li Şehbayê didome û got ku divê cîhan li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemîne.
Fatmayê bi bîr xist ku gelê Efrînê 58 rojî li dijî tank, top û balafirên şer berxwe dan û got:"Êrîşêk hovane li dijî gund û navenda Efrînê pêk hat. Pitikên 2 mehî hat qetilkirin. Komkujî li ser gelê Efrînê hat kirin. Di roja 58'an a serîhildanê de Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Ji bo ewlehiyê gel neçar man ku derbasî Şehbayê bibin."
'Gel di bin şerd û mercên dijwar de dijîn'
Fatmayê anî ziman ku Şehba di warê erdnîgariyê de biçûk e û got:"Li Şehbayê bi navê berxwedanê kampek hat avakirin. Ji roja ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir gel mecbûr man ku koçber bibin û niha di bin şerd û mercên dijwar de dijîn. Pêdivî ji mamaya zarokan, nan, av û derman hene. Divê gelê cîhanê li dijî vê yekê bi hestiyarî tev bigerin. Gelê me çawa li Efrînê li ber xwe dan dê li Şehbayê jî li ber xwe bidin."
'Êdî bes e bêdeng nemînin'
Fatmayê bang li Netewên Yekbûyî (NY) kir û herî dawî wiha got:"Êdî bes e bêdeng nemînin. Vegerin û li rewşa gelê Efrînê binêrin. Di bin şerdên giran de dijîn û dev ji berxwedana xwe bernadin. Bêdengiya van rêxistinên navneteweyî tê wateya piştigiriya bi Erdogan re."