Li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê civîn hat lidarxistin
- 10:34 3 Nîsan 2018
- Rojane
ŞEHBA - Bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ya dawî ya li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rêveberiya Kampa Berxwedanê civînek li dar xist.
Bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ya dawî ya li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rêveberiya Kampa Berxwedanê civînek li dar xist. Piştî deqeyek rêzgirtin, hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif axivî.
Foza Yûsif berxwedana gelê Efrînê silav kir û wiha got:"Dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê gelek planan li dar dixîne û Meclîsan ava dike. Dixwaze koletiyê li ser gelê Efrînê ferz bike. Lê têkoşîna me dê ev planên Erdogan ên qirêj vala derxîne. Me heta niha bi sekneke rûmet li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bê navber berdewam kir. Em ê ji niha şûnde jî têkoşîn û berxwedana bi gelê xwe re berdewam bikin û rê nedin dagirkirinên nû."
Civîn bi dîrûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.