Jinên Şehbayê: Em ê heta dawî berxwe bidin
- 09:58 3 Nîsan 2018
- Rojane
Lîlav Eîl -Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Piştî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir gelê Efrînê ji bo ewlehiyê neçar man ku derbasî Şehbayê bibin. Jinên li Şehbayê bi lêv kirin ku ew ê berxwedana wan berdewam bike û gotin:"Em tu carî hêviya xwe wenda nakin û ji bo Efrînê ji dagirkeran rizgar bike çi ji destên me bê em ê bikin."
Piştî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir gelê Efrînê ji bo ewlehiyê neçar man ku derbasî Şehbayê bibin. Jinên li Şehbayê diyar kirin ku tevî hemû zor û zehmetiyan ew têkoşîna xwe berdewam dikin û serî li ber dagirkeran natewînin.
Jina bi navê Ceziya Mose wiha got:"Ez koçbera Helebê me. Ji ber ku li wir şer hebû ez hatim Efrînê. Efrîn ji bo min cihekî ewle û aram bû. Lê piştî ku dewleta tirk êrîş kir ewle û aramiya Efrînê nema bi sedan sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir Efrîn li gel kir dojeh. Lê dîsa jî me dev ji têkoşîna xwe berneda. Em ê li vir têkoşîna xwe bidomînin."
'Li Efrînê wekheviya gelan hebû'
Her wiha Nura El Xilêf ku ew jî ji Tel Zamanê ji şer reviyabû û li Efrînê bi cih bûbû wiha got:"Ez jî ji şerê Tel Zemanê reviyam û hatim Efrînê. 4 salî ez li Efrînê mam. Berî ku dewleta tirk êrîş bike aramî û wekheviya gelan li Efrînê hebû. Lê niha bi êrîşên Tirkiyeyê em bê cih û war man lê dîsa me dev ji têkoşîna xwe berneda û em dev jê bernadin. "
'Dewleta tirk li ser keda me rûnişt'
Fatmê El-Ebud ku ew jî koçbera Tel Zemanê ye û ji şer reviyabû û li Efrînê bi cih bûbû got:"Em ji şer reviyan û em çû li Efrînê bi cih bûn. Li Efrînê aramî û wekhevî hebû. Me li wir ji xwe re xanî lê kir û me hewl dida ku em debara xwe bikin. Lê dewleta tirk hat mala me xera kir û li ser keda me rûnişt. Em ê heta dawî mafê xwe biparêzin û desthilatdara ji ser axa xwe derxînin."