Tê payin ku xebatkarên rojname û çapxaneyê derkevin pêşberî dozger
- 09:20 3 Nîsan 2018
- Rojane
STENBOL - Piştî ku TMSF'ê dest xist ser Ozgurlukçu Demokrasî û Gun Matbaayê dora 20 kesî hat binçavkirin. Tê payin ku kesên hatin binçavkirin derkevin pêşberî dozger.
Piştî ku di 28'Adarê de TMSF'ê dest xist ser Ozgurlukçu Demokrasî û Gun Matbaayê xebatkar û rêvebirên saziyê hatin binçavkirin. 22 kesên ku di bin çavan de ne tê payin ku îro li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê derkeven pêşberî dozger.
Kesên ku dê ewil derkevin pêşperî dozger ev in: Erdoğan Zamur, Musa Kaya, Îhsan Yaşar, Cemal Tunç, Kasım Zengin, Îrfan Karaca, Kemal Daşdogen, Mehmet Emin Sürmeli, Însan Sinmiş ve Ugur Selman Kelekçier.
Li gor agahiyên ku parêzar da derketina ev kesên ku navên wan hatine diyarkirin hîn tam teqez nebûye ku dê derkevin edliyeyê.