Jinên Amarayê:Em hemû kesî vedixwînin Amarayê
- 09:19 3 Nîsan 2018
- Rojane
RIHA - Jinên Amarayê di çarçoveya 69’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku divê demildest tecrîd rabe û pêşiya hevdîtinan bê vekirin. Jinan wiha got: “Îsal tevî astengiyan em ê Rojbûna Rêberê xwe pîroz bikin. Em hemû gel vexwendiyên Amarayê dikin.”
Li gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 4’ê Nîsana 1949’an de hatiye dinê amadekarî didomin û xizmên Abdullah Ocalan û jinên li gund nêrînên xwe anîn ziman.
Jina bi navê Gulsum Toygur ya bîranînên xwe yên bi Abdullah Ocalan re parve kir û got ew ji zarokatiyê de hev nas dikin wiha got: “Dayika Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di jiyana xwe de rastî zehmetiyên mezin hat. Dayika wî bandorek mezin li ser Abdullah Ocalan kir. Abdullah Ocalan ji zarokatiya xwe de cuda nêzî jinan dibû. Tevî ku em zarok bûn jî em ji malên xwe dernediketin û em dihatin zewicandin. Rêber Apo ev her tim lêpirsîn kir. Me jinan bi saya wî nasnameya xwe nas kir. Divê Abdullah Ocalan temenê xwe yê 69’an bi gelê kurd re pîroz bikira. Rojên azad ancax bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane.”
‘Gelê Kurd wê di 4’ê Nîsanê de wek axê zindî bibe’
Jina bi navê Hamdiye Goktaş jî bi lêv kir ku bi xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan re zêdetir bi bandor bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nirxandinên wî guhertinên mezin bi min re çêkirin. Bi saya Abdullah Ocalan min di xebatên jinan de cih girt. Heta ku pêşiya hevdîtinan nehatibû girtin welat aram bû. Lê çawa hevdîtin hatin birîn şer dest pê kir. Divê demilest Îmralî bê vekirin û pêvajoya muzakerê dîsa bê destpêkirin. Peyama gelê Kurd ya di 8’ê Adarê û Newrozê de hatiye dayîn divê baş bê xwendin. Peyamên li dijî tecrîd û êrîşên li hemberî Efrînê pir zelal bûn. Em hemû kesî ji bo azadiya Rêbertiyê dipên Amarayê.”
‘Ji bo azadiya gelekî ji gund veqetiya’
Biraziya Abdullah Ocalan, Elîf Ocalan jî nêrînên xwe anî ziman û bi lêv kir ku ji Abdullah Ocalan negirtiyan agahiyan nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Dîsa 4’ê Nîsasek din hat. Her kes di 4’ê Nîsanê de tê vir rojbûna wî pîroz dikin. Tevî zextan bi sedan kes tên gund. Ez hîna 3 salî bûm Rêbertî ji bo azadiya gelekî ji gund derdikeve. Ez wî ji rojname, pirtûkan û televîzyonê dibînim. Wî her tim ji bo gelê xwe têkoşîn da. Ji ber wî azadiya gel dixwest. Ji bo aştiyek mayîn de divê Rêbertî demildest azad bê berdan.”
‘Çawa hevdîtin hat birîn şer dijwar bû’
Fatma Ocalan jî diyar kir ku di pêvajoya dawî de tecrîda giran li ser Abdullah Ocalan pêk tê û wek malbatê sê sal berê hevdîtin kirine. Fatmayê bertek nîşanê tecrîdê da û wiha pê de çû: “Divê tecrîd rabe û muzakere bê destpêkirin.Çawa hevdîtin hatin birîn, şer, binçavkirin û girtin zêde bûn. Ev pirsgirêk bi Abdullah Ocalan tên çareserkirin. Divê ev êrîş bi dawî bin. Em wek gelê Kurd tenê azadiyê dixwazin. Azadî mafê her kesî ye. Ji bo vê jî birayê min ji bo azadiya gelê Kurd rabû ser piya. Wî her tim li dijî zilmê serî hilda. Dewleta Tirk jî ji bo azadî pêk neyê Ocalan xist girtîgehê.”
‘Êrîşên li dijî jinan ew aciz kirin’
Fatmayê behsa salên bi Abdullah Ocalan re derbas kiriye kir û got: “Zarokatiya me bi hev re derbas bû.Wî her tim tiştên xwe bi kesan re parve dikir. Me bi hev re dilîst. Mirovekî pir baş bû. Dilê kesî nedişkand. Bi biçûkan re dibû biçûk bi mezinan re dibû mezin. Bi taybet jî girîngiyek mezin dida jinan. Ji ber ku jin her tim dihat pelçiqandin. Îşkence li wan dihat kirin. vê rewşê ew gelek diêşand. Li dijî vê zilmê rabû û hebûna jinan nîşan da. Herî dawî min sê sal berê ew dît. Di her hevdîtinê de behsa jiyana gund dikir. Digot dar şîn bûne, kûlîlk vebûne. Dema xweza şîn dibû gelek kêfxweş dibû. Her sal li Amarayê rojbûna Ocalan tê pîrozkirin. Tevî hemû astengiyan. Lê emê îsal jî astengiyan nas nekin û rojbûna wî pîroz bikin. Em dixwazin demildest tecrîd rabe.”