Malbatên cenazeyê zarokên xwe dixwazin rastî astengiyan tên

  • 09:15 3 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyên endamên YPS-YPS-JIN ku  di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn tevî di ser de 2 sal derbas bûye jî hîna nedane malbatên wan û dozgeriyên Mêrdîn û Nisêbînê ku muxatabê mijarê ne dibêjin ‘eleqeya me pê tuneye’.
 
Cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN'ê yên di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana bêkesan hatibûn definkirin. Tevî di navberê de 2 sal derbas bû jî cenaze hîna nedane malbatan. Malbatên daxwazname dan ÎHD’ê diyar kir ku her saziyek berê wan didin cihekî din  û rastî astengiyên burokratîk tên.
 
Malbat her tim mînaka xwînê didin
 
Hat diyar kirin ku hîna cenazeyê 45 kesî nehatiye teslîmkirin û malbatan jî di vê pêvajoyê de sê caran mînaka xwînê dane.  Mlabatên ji bajarên cuda tên Mêrdînê û ji wir jî tên Nisêbînê ji bilî dayîna xwînê tiştekî nakin. Dozger berê malbatan her carê didin aliyekî. Parêzerên serî li ÎHD’a Mêrdînê dan diyar kir ku ji tu kesî nikarin agahiyê bigirin.