Ji bo dayika 6 sal e kurê xwe nedîtiye ezyetê hevdîtinê

  • 09:11 3 Nîsan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Nebahat Îşçî ya ku ev 6 sal in kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara Yek a Bandirmayê nabîne, bi piştgiriya cîranên xwe çû girtîgehê lê tevî ku hevdîtina vekirî hebû, nehiştin ku hevdîtina vekirî pêk were. Nebahatê daxuyakirin ku hevdîtin bi hevdîtina 10 deqeyan a telefonê pêk hatiye û got bila xwedê vê zilmê qebûl neke.
 
Nebahat Îşçî ya li Cizîra Şirnexê dijî, kurê xwe Naîf Îşçî yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Bandirmayê dimîne, ev 6 sale nabîne. Nebat ya bi sê zarokên xwe re dijî, ji bo kurê xwe bibîne bi piştgiriya aborî ya cîranan çû Balikesîrê.  Nebahat ya tevî hemû zehmetiyan çû Balikesîrê, tevî ku hevdîtina vekirî hebû ew girtin hevdîtina girtî. Nebahatê diyar kir ku di çima çepê ya kurê wê de platîn heye û got ew ji rewşa kurê xwe bi fikar e û  divê kurê wê sewqî cihekî nêz bêkirin û bê dermankirin.
 
‘Di bin çavan de min qîrîna kurê xwe bihist’
 
Nebahatê bi lêv kir ku di 2008’an de bi hinceta ‘îxbarê’ bi hev re hatine binçavkirin û wiha berdewam kir: “Rojekê ez ji kar dihatim malê. Bi ser malê de girtibûn. Derî şikandibûn. Ewil min binçav kirim. Sibeha din min qîrîna kurê xwe di bin çavan de bihist. Em hefteyekê di bin çavan de man. Piştre ez berdeam û kurê min girtin. Kurê min hîna biçûk bû. Di nasnameyê de mezin hatiye nivîsîn lê wê demê 13 salî ya hebû ya tunebû.”
 
‘Sirgûn kirin’
 
Nebahatê destnîşan kir ku ev nêzî 10 salen e kurê wê di girtîgehê de ye û got: “Ewil 8 sal ceza dan û piştre jî ji dosyayên cuda ev ceza derxistin 20 salan. 4 salan di girtîgeha Sêrtê de ma. Piştre sirgunî Bandirmayê kirin. Dizanibûn ez di çi rewşê de bûm û ji ber vê sirgunê aliyê Tirkiyeyê kirin. Ji bo ez carek din nebînim wisa kirin. Ez bi tena serê xwe li zarokan dinêrim.  Ji ber dure ez nikarim biçim. Ger hinek derfetên min hebûya ez ê biçûma.”
 
‘Platîna divê 6 mehan derketa ev 9 sale di çîma wî de ye’
 
Nebahatê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di çîma kurê wê Naîf de platîn heye û li şûna divê 6 mehand e bihata derxistin ev 9 sale tê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ket girtîgehê nehat dermankirin. Ez dixwazim kurê min bê dermankirin. Ez ji tenduristiya kurê xwe bi fikarim. Ez jî wek her kesî dixwazim kurê xwe mehê carekê bibînim.
 
‘Tevî hemû hewldanan hevdîtina 10 deqeyan’
 
Nebahatê diyar kir ku saetek beriya hevdîtinê li girtîgehê amade bûye û ev tişt anî ziman: “Lê ji bo hemû malbatan destura hevdîtina vekirî hat dayîn. Ez tenê negirtim. Çûm cem dozgerê girtîgehê. Kaxizek da me. Kêfa min hat  lê hemû girtin ez negirtim.  Min got çima hun bernadin û gotin ‘sebir bike emê berdin’. Gazî min kirin. Ez birim hevdîtina girtî. Lê min zaniba ezê neçûma. Ez li malê bi telefonê ji xwe diaxivim pê re.Min dixwest ez kurê xwe bibînim.  Me 10 deqeyan hevdîtin kir. Bila xwedê vê zilmê qebûl neke. Dema derdê wî hebe nikare di telefonê de bêje.Belkî dixwaze bêje lê belkê ji ber min naxwaze bêje. Çîma kurê min dirize. Destê xwe dida pişta xwe û dimeşiya. Min pirsî got ‘dayê xemgîn nebe, hesinê di çîma min de nahêle çim pêş bikeve. Ji ber vê pişta min dêşe.”
 
Nebahatê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dema kurê wê nû hatiye girtin biçûk bûye û di her hevdîtinê de ew dema dayika xwe hembêz kiriye rondik barandiye û got: “Dema biçûk bû min moral didayê.  Dema ez didîtim hema ez hembêz dikirim. Niha kurê min biqasî moral bide min mezin bûye.”