'Lêgerîn Çiya dilsoza doza xwe ya heqîqetê bû'
- 09:07 3 Nîsan 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Jina şoreşger û enternasyonel a doktor û ji Arjantînê Lêgerîn Çiya ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê hevala xwe Evîn Amed ve hat ravekirin. Evînê anî ziman ku Lêgerînê dilsoza doza xwe ya heqîqetê bû.
Jina şoreşger û enternasyonel a doktor û ji Arjantînê Lêgerîn Çiya ku di nava Şoreşa Rojava de cihê xwe girtibû û di demek nêz de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hevala xwe Evîn Amed ve hat ravekirin. Evînê da zanîn ku Lêgerînê bi şoreşa jinê hat naskirin û peywirek girîng di nava şoreşê de girt ser milê xwe.
'Lêgerînê çirûska rêya jinên azadixwaz bû'
Doktor Evîn Amed, di derbarê jiyana Şehîd Lêgerîn de nerînên xwe wiha anî ziman:"Heval Lêgerîn ev demek dirêj bû ku bi dildarî cihê xwe di nav xebata şoreşê de digirt. Bi enerjiyeke mezin karê xwe dikir. Tevî hemû zor û zehmetiyan wê tu carî dev ji doza xwe berneda. Ew ji bo jinên azadîxwaz mînakek gelek bi nirx bû. Lêgerînê çirûska rêya jinên azadixwaz bû."
'Tu carî bê hêvî nedima'
Evînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Lêgerînê tu carî bê hêvî nedima. Tevî vêya hêviya hevalên xwe jî geş dikir û moralê wan jî bilind dikir. Ew li dijî neheqêyê û faşîzmê bû. Her dem wekhevî diparast û di rêya heqîqetê de şopdarê doza xwe bû."
'Lêgerînê feyza xwe ji Şoreşa Rojava digirt'
Evînê da zanîn ku Lêgerînê feyza xwe ji Şoreşa Rojava digirt û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Lêgerînê bi rengên cuda li cîhanê dinihêrt. Xwedî fikir û nêrînek berfireh bû. Bi vê nêrîn û fikrên xwe yên berfireh serkeftinên gelek mezin bi dest xist. Em ê wê ji dil û can bibîr tînin. Em ê şopdarê rêya wê bin."