Jinên Girkêlegê: 4'ê Nîsanê şikandina sînorên desthilatdariyê ye
- 09:04 3 Nîsan 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Jinên navçeya Girkêlegê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin: " Roja 4'ê Nîsanê roja vejînê û şikandina sînorên desthilatdariyê ye".
Bi hatina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jin xwedî li wateya vê rojê derdikevin û vê rojê wekî roja azadî û hebûna xwe dibînin. Têkildarî mijarê jinên navçeya Girkêlegê ya girêdayî bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê nerînên xwe anîn ziman û gotin:"4'ê Nîsanê roja geşbûna hêviyên ji bo siberoja gelan e."
'4'ê Nîsanê çirûska azadiyê ye'
Jina Ereb a bi navê Xaliya Selmo di destpêkê de 4'ê Nîsanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got:"4'ê Nîsanê çirûska azadiyê ye. Rêber Apo li dijî desthilatdarî û bindestiyê têkoşînek bêhempa da. Bi fikir û ramanên xwe siberoja gelan ronî kir. Loma 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin û girîng e. Rêber Apo ji bo jin birêxstin bibin û pêş bikevin gelekî berxwe da. Loma ji bo jinên Kurd cihê Rêberê me cuda ye. Ji bo siberojeke azad divê Rêberê me azad bibe. Heta ku Rêberê me azad nebe em jî azad nabin."
'4'ê Nîsanê hêviya jiyanek nû ye'
Jina bi navê Zilfa Bedro jî rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û wiha got:" Rêber Apo bi salane ku ji bo gelên bindest berxwe dide. Divê em jî li fikir û ramanên wî xwedî derkevin û her zindî bihêlin. Ji ber ku 4'ê Nîsanê hêviya jiyanek nû ye divê wate û girîngiya vê rojê baş bê famkirin û ji bo azadiya Rêberê xwe em têbikoşin. Divê tecrîda giran a li ser Rêberê me demildest bi dawî bibe û rêya diyalogên azad bên vekirin."