Rojnamegera azad û şopdara heqîqetê Dilîşan Îbîş

  • 09:01 3 Nîsan 2018
  • Rojane
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbiş ku payiza borî di encama teqandina seyaran de li Dêra Zorê jiyana xwe ji dest dabû û navê wê li xwarziyên wê hatibû kirin, ji aliyê dayik û xwişka xwe ve bi sekneke bi rûmet hat bibîranîn. 
 
Ji ber êrîşên li Rojhilata Navîn gelek caran Rojnameger jî para xwe ji vê yekê digire. Yek ji rojnamegeran Dilîşan Îbiş bû ku ew jî ji ber zext û zordestiyên sîstematîk hedef hat girtin û di encama teqandina seyarê ya ku DAÎŞ'ê pêk anî de jiyana xwe ji dest da. Xwiş û dayikên Dilîşanê ew bi bîr anîn û gotin:"Dilîşanê bi sekneke jixwe bawer rêya heqîqetê şopand û her dem ji bo rastiyê ragihîne gel têkoşiya."
 
Xwişka berxwedêr Dilîşan Îbîş, Evîn Îbîş  diyar kir ku heta dawî ew ê şopdarê rêya Dilîşanê bin û got:"Dilîşanê dema ku dibistana amadeyî qedand û dest bi zanîngehê kir Şoreşa Rojava dest pê kir. Loma zanîngeh neqedand. Dîlîşanê di qada çapemeniyê de xwest ku kedekê bide û piştgiriyê bide Şoreşa Rojava. Ji bo Dilîşanê rastiyê ragihîne gel di qada çapemeniya azad de ristek girîng û berbiçav lîst." 
 
'Dilîşanê bi hezkirina rojnamegeriyê Kurdiya xwe pêş xist'
 
Evînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Dema ku dest bi karê ragihandinê kir Kurdiya wê ne zêde pêşketîbû. Dema ku di warê Kurdî de xwe pêş xist xwest ku nûçeyên Kurdî pêşkêş bike. Dilîşanê bi hezkirina rojnamegeriyê Kurdiya xwe pêş xist û di qada pêşketina zimanê dayikê de kedeke mezin da."
 
'Dilîşanê her dem di eniya pêş de cihê xwe digirt'
 
Evînê da zanîn ku Dilîşanê her dem di eniya pêş de cihê xwe digirt û got:"Dilîşanê bi xwîngermî û bi hezkirina doza xwe her dem di eniya pêş de cihê xwe digirt û hewl dida ku rastiyan ragihîne gel. Em ê Dilîşanê tu carî ji bîr nekin û bi dilekî geş şopdarê rêya wê ya heqîqetê bin."
 
'Bi dilnizmiya xwe dihat naskirin'
 
Dayika berxwedêra çapemeniyê Dilîşan Îbîş, Şemsê Mihemed Elî da zanîn ku her dem Dilîşanê bi dilnizmiya xwe dihat naskirin û wiha got:"Dilîşanê bi dilekî pak û bi evîneke mezin karê xwe dikir û li dû rastiyên civakê digeriya. Ji ber ku dilnizm bû hemû kesan jê hez dikir. Karê xwe bi hêviya bidestxistina azadiya gelê Kurd dikir. Em ê hêviyên Dilîşanê di dilê xwe de geş bikin û şopdarê rêya wê bin."