ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2018'AN
- 09:00 3 Nîsan 2018
- Rojev
*Nûçegîhana ANHA'yê Dilîşan Îbiş ku payiza borî di encama teqandina seyaran de li Dêra Zorê jiyana xwe ji dest dabû û navê wê li xwarziyên wê hatibû kirin, ji aliyê dayik û xwişka xwe ve bi sekneke bi rûmet hat bibîranîn. BI DÎMEN
*Jinên navçeya Girkêlegê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin: " Roja 4'ê Nîsanê roja vejînê û şikandina sînorên desthilatdariyê ye". BI DÎMEN
*Jina şoreşger û enternasyonel a doktor û ji Arjantînê Lêgerîn Çiya ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê hevala xwe Evîn Amed ve hat ravekirin. Evînê anî ziman ku Lêgerînê dilsoza doza xwe ya heqîqetê bû.
*Li girtîgeha jinan a Tersûsê bi talîmata Midûriyeta Giştî ya Tevkîfevlerî û Girtîgehê mijartina li ser lingan û leşkerî tê ferzkirin. 100 jinên ev pêkanîn qebûl nekirin rastî cezayê hucreyê hatin.
*Nebahat Îşçî ya ku ev 6 sal in kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara Yek a Bandirmayê nabîne, bi piştgiriya cîranên xwe çû girtîgehê lê tevî ku hevdîtina vekirî hebû, nehiştin ku hevdîtina vekirî pêk were. Nebahatê daxuyakirin ku hevdîtin bi hevdîtina 10 deqeyan a telefonê pêk hatiye û got bila xwedê vê zilmê qebûl neke. BI DÎMEN
*Hunermend Şukran Moral bertek nîşanî astengkirina parvekirinên wê yên derbarê performansa wê de ya ji aliyê Facebookê ve tên kirin, da û ew jî niha bi taktîka ‘lêxe-bireve’ berxwe dide. Şukran vê taktîkê wiha vedibêje: “Di rewşên lezgîn de pêşandanê hunerî û zimanê performansa nû ye.”
*Cenazeyên endamên YPS-YPS-JIN ku di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn tevî di ser de 2 sal derbas bûye jî hîna nedane malbatên wan û dozgeriyên Mêrdîn û Nisêbînê ku muxatabê mijarê ne dibêjin ‘eleqeya me pê tuneye’.
*Jinên Amarayê di çarçoveya 69’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku divê demildest tecrîd rabe û pêşiya hevdîtinan bê vekirin. Jinan wiha got: “Îsal tevî astengiyan em ê Rojbûna Rêberê xwe pîroz bikin. Em hemû gel vexwendiyên Amarayê dikin.”
*Teşîsa, nexweşiyên kêm tên dîtin ji sedî 75 zarok di bin bandora van nexweşiyan dimînin. Heta 7 salan jî berdewam dike. Ji ber vê jî pêngava ewil a dermankirinê jî teşisa rast e.